NY daxwaza rawestandina şer li Idlibê dike

NY daxwaza rawestandina şer li Idlibê dike

PDK-S: Netewên Yekgirtî daxwaza rawestana şer li parêzgeha Idlibê dike , ewjî piştî ku bi dehan sivîl di heyama du rojên bûrî de bûne qurbaniya şer û jiyana xwe ji destdan .

Necat Rişdî mezine rawêjkara karûbarên mirovî ya şandiyê Netewên Yekgirtî ji bo Sûriyê dibêje di encama gurbûna şerûpevçûnan li bajarê Idlibê , û armanckirina sivîlan bi bermîlên teqîner bi dehan welatiyên sivîl hatine kuştin .

Necat Rişdî daxwaz ji tevaya aliyên Navdewletî , û aliyên nakokdar li Sûriyê kir, ku di zûtirîn dem de şerûpevçûnan rawestînin, ji ber karastên mirovî wê werne encamdan .