Merasîma şîna xebatkar Ekrem Mele li Dirbêsiyê

Merasîma şîna xebatkar Ekrem Mele li Dirbêsiyê

PDK-S: Di merasîmên şîna kocbarkirina xebatkar û endamê desteya rawêjkariyê ya Partiya Demuqrata Kurdistan -Sûriya Ekrem Se'îd Mela, li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê hejmarek gotin ji aliyê partiyên siyasî , malbat û hevalê xebatkar ve hatin xwendin .

Gotina Partiya Demuqrata Kurdistan- Sûriya ji aliyê berpersê rêveber yê polîtbîroya partiyê Mihemed Ismaîl ve hat xwendin , gotina Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê ji aliyê N'met Dawûd endamê desteya serokatiya ENKSê ve hat pêşkêş kirin, gotina hevalê xebatkar Ekrem Mela ji aliyê hevalê wî Şemdîn Nebî ve hat xwendin û têde behsa kar û xebat û xizmeta wî ji doza gelê wî re kir, û gotina malbata wî jî ji aliyê Mehmûd Mela ve hat bêşkêş kirin .