ENKSê armanckirina sivîlan li Idlibê şermezar kir

ENKSê armanckirina sivîlan li Idlibê şermezar kir

PDK-S: Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, duh roja Yekşemê 22ê Berçileya 2019an, daxuyaniyek derbarê Idlibê de belav kir, tê de armanckirIna sivîlan şermezar kir, û banga rawestandina komkujiyan kir.

Daxuyaniya ENKSê wiha dest pê kiriye: Ji Nîsana bûrî ve, û parêzgeha Idlibê rastî êrîşên tund ji aliyê rêjîma Sûriyê, û hevalbendên wê, bi armanca rûbirûbûna Eniya Nusra ya terorî ve tê, lê di dema dawiyê de, û piştî dawîn gera welatên gerantor ji rêkeftina kêmkirna asta şer li Asîtanayê, êrîş tundtir û dijwartir bûne, û gihişte sivîlan, ku di encamê de hijmarek mezin ji zarok û jin, kal û pîran bûne qurbanî, û bi dehê hezaran derbider bûne.

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê di daxuyaniya xwe de aniye ziman: Di dema armanckirina herêmên niştecîbûnê şermezar dike, herwiha çekdarên ku sivîlan wek mertalan bi kar tînin, di heman demê de bang li hemû aliyên navnetewî û navdewletî yên girîdayî bi rewşê ve dike ku, komkujiyan di dermafê svîlan li Idilbê rawestînin, herwiha derfetê vekin, da ku alîkariyên mirovî ji derbider û ziyandîtiyên şer re werin pêşkêşkirin, û kar li ser rêkarên dîtina çareyeke siyasî were kirin, tê de welatî ji kareseta derbiderî û wêraniyê, werin parastin.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Emîndarîya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê bang li Civaka Navdewletî kiriye ku, lezîtiyê di dîtina çareyeke siyasî ji kirîza Sûryê, li gor biryarên navdewlitî yên grêdayî bi rewşê ve bike.

Wergerandina daxuyaniyê: Ş.E