Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Şêx Şamo

Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Şêx Şamo

Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Şêx Şamo
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke mezin me nûçeya koça dawî ya kesayetiyê diyarê Kurdistanê û Serokê Desteya Bilinda Binkeya Lalîş (Şêx Şamo) bihîst. Şêx Şamo kesayetiyeke Kurdperwer û niştimanperwer bû ku xizmeteke zêde bi doza xûşk û birayên Êzdî û pêkvejiyan û aştevayî yê kiriye û ji destdana wî ziyaneke mezine.

Sersaxiyê li malbat û kesukar û nas û hevalên wî û li Binkeya Lalîş û tevahiya xûşk û birayên Êzdî dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê xwedê jêrazî Şêx Şamo bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Mesûd Barzanî
18.01.2022