Almanyayê biryara vekişandina hêzên xwe ji Iraqê da
PDK-S: Hikûmeta Almanyayê biryara vekşandina hêzên xwe ji welatê Iraqê da .
Roja Duşemê wezareta derve ya Almanyayê ragehand, ku piştî besendkirina perlementoya Iraqê li ser derxistina hêzên biyanî ji Iraqê, welatê Almanyayê jî biryar da ku hêzên xwe ji Iraqê vekişîne .
Heman wezaretê amaje bi wê çendê jî kir, û got piştî kuştina Qasim Sileymanî alozî navbera herdû wlatan de zêdetir bûye, û rewş li navçeyê bi giştî têk çûye , û ji bo vegera aramî û hêminyê li rojhilata Navîn wê pirsa milimlanî û aloziyên navbera Amerîka û Îranê de bixin pêş Encûmena Ewlehiya Navdewletî de .