Dêrik.. PDK-Sê semînarek bi helkefta Roja Ala Kurdî li dar xist

Dêrik.. PDK-Sê semînarek bi helkefta Roja Ala Kurdî li dar xist

PDK-S: Îro Şemiyê 16.12.2023 Nivîsgeha Rewşenbîrî û Ragihandina Partiya Demuqrata Kurdistan-Sûriya bi helkefta roja Ala Kurdî semînarek li ofîsa partiyê li bajarê Dêrikê li dar xist.

Semînar ji aliyê nivîskar Ehmed Sofî ve hat pêşkêş kirin, û tê de behsa dîrok û wateyên rengên Ala kurdî kir.

Endama Mekteba Siyasî ya Partiya Demuqrata Kurdistan- Sûriya, Besê Ebdê got: Pîrozkirina van çalakiyên neteweyî û niştîmanî yek ji bingehên bernameya karê Partiya Demuqrata Kurdistan- Sûriya ne.

Ebdî anî ziman, ku di nava xebatên rêxistinên Dêrikê yên Partiya Demuqrata Kurdistan-Sûriya de gelek çalakiyên cuda hene, "lêkolîn, semîner, şevbuhêrk, çalakî" hene.

Ji aliyê xwe ve, endamê Encûmena Xwecehî ya Dêrikê Hesen Murad got, ku roja Ala Kurdî ku ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatiye destnîşankirin, rojeke pîroz a neteweyî ye ji bo tevgera kurdî li Kurdistana Sûriyê.