ENKSê biryar da Ofîsên xwe li Qamişilo carekî din veke

ENKSê biryar da Ofîsên xwe li Qamişilo carekî din veke

PDK-S: Berî niha , desteya serokatiya Encûmana Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKê biryar da carekî din ofîsên xwe yê bajarê Qamişlo veke.

Desteya serokatîya ENKSê di daxuyaniyekê de raghand, ku weku hemî cemawerên şerfmendên kurd û miletê me dizanin di dirêjahiya çend salên bûrî de, girtina ofîsên Encûmana Niştîmanî ya Kurdî li Sûryê ENK û baregehên partiyên siyasî li ser destê partiya PYDê û çekdarên wê bû bi hemî şêwe û şêwazên tund û karê wê hatbû qedexekirin, tevî wê yekê jî lê encûmanê kar û xebata xwe ya siyasî ranewestandiye û di nava cemawerên kurd li Kurdistana Sûriyê de berdewam bû .

Niha jî , li ser daxwaz û banga yekrêzê û yek helwêstiya kurdan weku destpêşxeriyeke niyaz paqijyê ji bo yekhelwêstiya kurdan carekî din ofîsên xwe vedike .

desteya serokatiya Encûmana Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê biryar da ofîs û hemî baragehên xwe veke û karê xwe bi fermî bike , ewjî ji bo avakirina baweriyê û tekeziya wê li ser yekhelwêstiyê ji bo çarserkirina hemî nakokî û pirsên nakok di navbera aliyên kurdî de .

Qamişlo
02.02.2020
Qamişlo desteya serokatiya Encûmana Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê