Di Adara bê de wê gereke nû ya danûstandinên Astana dest pê bike
PDK-S: Welatê Tirkiyê ragehand egerek mezin heye di meha Adara bê de gereke nû ya danûstandinên Astana derbarê rewşa Sûriyê were lidarxistin .
Di kongirekî rojnemevanî de li Enqere Ibrahîm Kalin berdevkê serokatiya Tirkiyê eşkere kir, ku egereke mezin heye hersê welatên gerentor Îran, Rûsya û Tirkiyê gereke nû ji danûstandinên Astana derbarê Sûriyê encam bidin .
Herweha Kalin tekez jî kir û got, ku tu guhertin di herdu rêkeftinên Soçî û Astana derbarê Sûriyê çê nebûye .
Derbarê dirustbûna pêla derbederiyê ji ber berdewamiya êrîşên rêjîmê Kalin got, ku Tirkiyê wê rê li pêş pêla derbederiyê ji Idilbê bigre û gerentiya mana sivîlan li deverên xwe li Idilbê di rêya rêxistinên hewarçûnê de jî bike .