Di encama şewata malekê de li gundê Tel Me'rûf 2 jinan jiyana xwe jidest da

Di encama şewata malekê de li gundê Tel Me'rûf 2 jinan jiyana xwe jidest da

PDK-S: Di encama şewata malekê de li gundê Til Me'rûf yê rojhlatî başûrê Qamişlo li Rojavayê Kurdistanê du kesan ji wê malbatê jiyana xwe jdest da.

jêdereke taybet ji gundê Til Me'rûf dazanîn, ku roja Sêşemê 12. 02. 2020, nêzî demjimêr 2 berbanga sibehê agir girte mala welatiyê bi navê Ehmed Hac Temo û di encama wî agrî de dayka bi navê Fatme Umer û keça wê Ezîze Melek şewtîn û jiyana xwe ji dest dane .

her weha tîma agirkujî ji Qamişlo hatine gund û agir vemrandin lê ta ku gihiştin mal hatbû şewtandin û qurbaniyan jiyana xwe ji dest dabû.

li gor jêderê daxuyanî ta niha sedemên vêxistina agir nehatine tekezkirin.