Rêxistina Nêmsa ya PDK-Sê vexwendinek ji bo vejandina 8emîn salvegera terorkirina şehîd N.Birhik belav kir

Rêxistina  Nêmsa  ya PDK-Sê vexwendinek ji bo vejandina 8emîn salvegera terorkirina şehîd N.Birhik belav kir

PDK-S: Rêxistina Nêmsa ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-Sê, vexwendinek derbarê vejandina heştemîn salvegera terorkirina pakrewanê gotina rastî û kurdayetiyê Nesredîn Birhik blavkir .

Di vexwendina xwe de rêxistna Nêmsa ya PDK-Sê belavkir û got, wefadarî ji bo bîranîna pakrewan Nesredîn Birhik û canê pakrewanên kurd û Kurdistanê, rêxistina Nêmsa ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya, keyfxweşe bi vexwendin û amadebûna cemawer û tevgera Kurdistanî û revenda kurd li Nêmsa ji bo vejandina heştemîn salvegera terorkirina pakrewanê gotina rastî Nesredîn Birhik.

li gor vexwendinê salvegera heştan ya terorkirina endamê polîtbîroya PDK-Sê şehîd Birhik wê li bargeha Partî li Vîyna roja Şemiyê 22 Sibatê demjimêr 5 êvarê merasîmên salvegerê wî birêvebçin û vexwendin giştî ye