Îsal rêwresmên cemaweriyên bîranînên koçkirin û jidayikbûna Barzaniyê Nemir neyên kirin
PDK-S: Baregeha Barzanî di çarçoveya tewdîrên li hember vîrusa korona de biryarek aşkera kir û ragihand îsal rêwresmên cemaweriyên bîranînên koçkirin û jidayikbûna cenabê Barzaniyê Nemir neyên encamdan.
Ev jî daxuyaniya Baregeha Barzanî ye;
“Bi sedema wê rewşa taybeta piştî belavbûna virusa Corona li navçeyê û welatên derdora Iraqê û hinek cihên cîhanê hatine holê û bi navê parastina tendirustiya giştî ya xelkê, me pê başe ku îsal rêwresmên cemaweriyên bîranînên koçkirin û jidayikbûna cenabê Barzaniyê Nemir neyên encamdan.
Ji bilî spasiyên me yên ji bo hest û soza cemawerê xweşdiviyê Kurdistanê, lê belê tendirustiya hemwelatiyan li hemû tiştekê girîngtire.
Baregeha Barzanî
26.02.2020”