UNHCR 240 hezar D.IQ ji penaberan re pêşkêş dike

UNHCR 240 hezar D.IQ ji penaberan re pêşkêş dike

PDK-S:Komisyona bilind ya karûbarên penaberan UNHCR ji bo kirîna alavên xweparastinê ji belavbûna vayrosa Koronayê minheyek ji pareyan pêşkêşî penaberên Kurdistana Sûryê li Herêma Kurdistanê dike .

Komisyona bilind ya Netewên Yekgirtî got, ku ewê 240 hezar dînarê Iraqî ango 2 sed dolar li ser her malbatekê ji penaberan belav bike daku kelûpel û madeyên xweparastin û taqîmkirinê ji vayrosa Koronayê bikrin.

Li gor nameyeke komîsyonê ew pirose dê bi alîkariya kompaniya Zên kaş û bi hemahengî û serpiriştiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ku birêveberiya kampên penaberan dike ji 15 Nîsanê ta 2 meha 5ê li ser çar kampên ser bi Hewlêrê ve dê di rêya tîmeke pispor bi wê piroseyê di nava kampan de were belavkirin .

Biryare duh Çarşemê15. 04.2020, li kampa Basirme ya penaberên Rojavayê Kurdistanê destpê bike û piştre li ser kampên Dareşikran, Kewregosk û Qoştepe dê were belavkirin.