Li Siwêd Xebatkar Ebdulrehîm wanlî û hevjîna wî ji Koronayê başbûn
PDK-S: Li welatê Siwêd xebatkar û kesayeta niştîmanî Ebdulrehîm Wanlî û hevjîna wî ji Koronayê baş bûn .
jêdereke taybet ji malpera PDK-Sê re da zanîn, ku piştî çend rojan ji wergirtina xebatkar û kesayeta niştîmanî ya Rojavayê Kurdistanê Ebdulrehîm Wanlî û hevjîna wî ji çareseriya bizîşkî ji vayrosa Koronayê li nexweşxaneyekê li welatê Siwêdê rewşa wan ya tendirustî baş û aram bûye û ji qonaxa tirsê derketiye.
berya du heftyan xebatkar Ebdulrehîm Wanlî ji daykbûyê sala 1937an berpirsê rêxistina Şamê ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriyê ye PDK-Sê li gel hevjîna xwe bi vayrosa Koronayê ketbûn.