Xortekî Kurd li ser riya Şamê wenda bû
PDK-S: Ciwanekî kurd li ser riya Şama paytext li deverên dibin kontrola rêjîma Sûrî di wenda bû.
Xortê bi navê Lawîn Ehmed Hacî temen 35 salî û xelkê bajarê Dêrkê ye, di sala 2012 an de dema ku berê xwe dabû Şama paytexta sûrî ta ku belgehên derçûnê ji zanîngeha Şamê werbigrê û ji wê demê ve û ta niha windaye û carenivîsa wî ne diyare .
Rêxistina dengê girtiyan daxuyaniyek belav kir, û tê de daxwaz ji rêjîma sûrî kir ku çarenivîsa xortê kurd diyar bike.
Herweha daxwaza alîkariyê ji hemî rêxistinên mafê mirovan kir, ku çarenivîsa xortê windayî Lawîn Ehmed Hacî were diyar kirin .