Pêdirson êrîşên li ser sivîlan li Efrînê şermezar kir

Pêdirson êrîşên li ser sivîlan li Efrînê şermezar kir

PDK-S: Şandiyê taybet ji bo Sûriyê êrîşa li ser Efrîna Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.

Gêr Pêdirson şandiyê taybet ji bo Sûriyê di daxuyaniyekê de êrîşa li ser Efrînê şermezar kir, û got ku êrîşên wisa li ser sivîl û zemînên bajêr di nav de cihên guhpêdana tendirustî nayên qebûlikirin û pêwîste werin rawestandin.

Herweha Pêdirson bang li hemû aliyan kir, daku pabendî yasaya mirovî ya Navdewletî bibin.

Pêdirson serbarkir, ku ev êrîş û tundûtijya berdewam tekeziyê li ser giringiya agirbestê li Sûriyê û pêwîsta avêtina pêngavan di cîbcîkirina biryara Encûmena Ewlehî ya Navdewletî 2254 dike.

Jêderne xwecehî dane zanîn ku çekdarên PKKê ji devera Şêrawe ve nexweşxaneya Elşîfa li bajarê Efrînê bi çend mûşekan armanc kirin û di encamê de komkujiyek hate encamdan û bêhtir ji 20 welatiyên sivîl di nav wan de karmendên nexweşaxeneyê şehîd bûn, ku jin û zarok jî di nav wan de hebûn û nêzî 25 welatiyan birîndar bûn.