Fransa teqîna Efrînê şermezar kir

Fransa teqîna Efrînê şermezar kir

PDK-S: Berdevka bi navê Wezareta Derve ya Fransayê teqîna ku li Efrîna Rojavayê Kurdistanê rû dabû şermezar kir.

Enîs Fon Dêr Mol berdevka bi navê Wezareta Derve ya Fransayê di daxuyaniyekê de teqîna ku Sêşema bûrî ya li bazareke bajarê Efrînê rû dabû şermezar kir û ew kiryar bi terorî bi nav kir.

Navbûrî tekez kir ku Fransa piştevaniya banga Entoniyo Gotorês Emîndarê Giştî yê Netewên Yekgirtî ji bo rawestandina şer li tevahiya Sûriyê dike.