Polîtbîroya PDK-S Raporta meha Nîsanê belav kir

Polîtbîroya PDK-S Raporta meha Nîsanê belav kir



PDK-S: Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya PDK-Sê, raporta xwe ya siyasî ya meha Nîsanê belavkir , û têde got ku asoyên erênî ji bo derketina çekdaran ji Efrînê heye
.
Di raporta xwede got Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya PDK-Sê, ku hîna vayrosa Korona di belavbûnê de li Cîhanê berdewame ,û ji ber Korona hîna tevgera Cîhanê û çalakiyên wê yên siyasî û abûrî û civakî sînûrdarin , û hewl ji bo jinavbirin û rûbrûbûna belavbûna vayrosa Korona berdewamin , ewjî di demekê de ku welatên zilhêz tometên sedema belavbûna vayrosa Korona arasteyî hev dikin û bi taybetî Emrîka û Sîn.

Herweha di raportê de hatiye, ku tevî kêmbûna tevgera Cîhanî ji tevaya astan ve , lê eger heye di pêşerojeke nêzîk de kirîza Sûriyê pêşketin têde dirust bibin , û pêngav berev çareseriya siyasî ve werne avêtin ewjî bi di encama rêkeftinekê de navbera Rûsya û Emrîka de, ku li gorî rêkeftinê tevaya çekdarên Îranê , Tirkî , û mîlîsên Hizbelah yê Lubnanî ji Sûriyê wê werne derxistin.

Weke raporta polîtbîroya PDK-Sê dibêje Emrîka dide xuyakirin, ku ewê yasaya Qeyser bi cî bike , û ev bixwe fişareke li ser rêjîma Sûriyê daku çareseriya siyasî li gorî Cenêv1 û biryarên Navdewletî û bi taybetî biryara 2245 razî bibe , û komîteya destûrî careke din dest bi kar xwe bike.

Di raporta polîtbîroya PDK-Sê de hatiye, ku nakokî navbera dam û dezgehên rêjîma Esed yên abûrî de dirust bûne , û ev bixwe jî wê roleke mezin di guhartina rêjîma Sûriyê de bibîne .

Derbarê rola Tirkiya li Sûryê polîtbîroya PDK-Sê, got ku Tirkiya hewl dide rola xwe di Sûriyê de bi parêze , û hebûna xwe ya leşkerî di nava xaka Sûriyê de bi parêze.

Derbarê Îranê de, di raporta polîtbîroya PDK-Sê hatiye , tevî têkçûna rewşa Îranê ji tevaya astan ve , Îran dev ji siyaseta xwe ya li dijî yasayên navdewletî bernade , û berdewam destêwerdanê di rewşa welatan de mîna Îraq , Yemin , Lubnan , û Sûriya de dike, û asteme ku Îran bi vîna welatên zil hêz razî bibe, ku li ser derxistina tevaya çekdaran ji Sûriyê yek helwêst û yek nerînin , û ji ber helwêsta Îranê eger heye Sûriyê rûbruwê rewşeke nû bibe , û bibe qada bi dawî anîn nakokiyan.

Weke raporta polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya dibêje, ku hîna kirîza Îraqê berdewame û eger heye bo demeke dirêj berdewam bike , ewjî eger aliyên Îraqê neghine rêkeftinê û hikûmetê pêk neyênin , û gotjî ku eger heye Mustefa Kazmî bikaribe hikûmetê pêkbînê , ku şeva bûrî Kazmî sûnda yasayî xwar û karî baweriya perlemanê Îraqê bi destve bîne.

Herweha raporta polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya dibêje serkirdayetiya Herêma Kurdistanê di siyaset û çalakiyan de li ser tevaya astan berdewame , û roleke wê ya girîng di çareserkirina kêşeyên Îraqê de heye , û serkirdayeyta Herêma Kurdistanê bi serokatiya serok Mesûd Barzanî bi hêzkirina binaxeya ji hemû rûwan ve wê çendê tekez dike ku piroseya Neteweyî ya Kurdistanî di pêşveçûneke berdewam deye
.
Û derbarê Kuristana Sûriyê polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya di raporta xwede got ku Kurdistana Sûriyê rastî gelek stem û binpêkirin û karesatan hatiye , û ew karesat li pêşiya çavên civaka Navdewletî û rêxistinên mafê mirovan hatine encamdan , bê ku tu helwêsteke Navdewletî li dijî karesatên Rojavayê Kurdistanê hebe, ku ew karesat di qonaxa dawiya kirîza Sûriyê bi serê gelê kurde hatin.

Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya dibêje ew karesat ji Kobanê û Efrîn destpêkirin , û heta Girê Spî û Serê Kaniyê li xwe girtin , û ewjî ji bilî kiryarên teroristî yên têne encamdan li wan bajaran û herî dawîjî teqîna bazara bajarê Efrînê bû, ku di encamê de bi dehan şehîd û birîndar ketin
.
Herweha polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya got, ku tevî karesatên bi serê kurdên Rojavayê Kurdistanê de hatine , di dema dawî tevgereke erênî ji aliyê hêzên niştîmanî û dostan heye , ku dencama wê tevgerê de eger heye çareseriyeke erênî ji bo tevaya navçeyên kurdî were dîtin , da ku haleta nemirovî bi dawî werin , daku keş û hewa ji bo vegera xelkê bo ser zêdên xwe were dabînkirin , û kar tê kirin ji bo derxistina girûpên çekdar ji navçeyên kurdî , û rêveberiya wan navçeyan bo xelkê wê yê resen were radestkirin.
Derbarê nêzîkbûnê navbera ENKSê û PYDê de polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya got, ku hewl hîna berdewamin , û Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya got , ji bo berjewendiya giştî berdewam piştevaniya nêzîkbûnê dike , û di rêya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ve wê kar ji bo nêzîkbûnê bike .
.