58 sal ji Tekoşîn, Xweragirî, û Pêşmergayetiya Serok Barzanî

58 sal ji Tekoşîn, Xweragirî, û Pêşmergayetiya Serok Barzanî

PDK-S: 58 sal li ser tevlîbûna Serok Mesûd Barzanî ji bo nava refên Hêzên Pêşmerge re derbas dibin, ji wê rojê ve ta roja weke îro xwe weke Pêşmergeyekî Kurdistanê dide nasîn, di dawîn hevdîtina xwe bi kenala MBC re, tekez kir ku jiyana di çiya de, ji jiyana bajaran de xweştir e.

Jiyana Serok:
Serok Mesûd Barzanî di 16ê meha Tebaxa Sala 1946an de li bajarê Mihabada Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye, ku di wê salê de nemir Barzanî wekû fermandarê giştî yê hêza Komara Kurditanê li Mihabad bû, û ji ber birîna welatê Sofiyat ji alîkarî û piştgiriya Komarê re, û tevî berevaniya komara Kurdistanê li Mihabadê, kêmtir ji salekê ji aliyê rêjîma Îranê ve hate têkbirin û hilweşandin.

Di dema ku komara Kurdistanê hate hilweşandin nemir Mustefa Barzanî bi 500 kesî ji hevalên xwe re berê xwe dane Rûsiyê. Di heman demê de Serok Mesûd Barzanî bi kesûkarên xwe re û bi dehê hezaran ji êla Barzan berê xwe dan Iraqê, û ji aliyê hikûmeta Iraqê ve ji bo Başûrê Iraqê hatin sirgunkirin.

Di 14ê Tîrmeha 1958 de, piştî ku rêjîma Melekî hate rûxandin û nemir Mela Mustefa Barzanî vegeriya, hikûmeta Iraqê rê da ku vegerin devera Barzan, û di wê demê de Serok Mesûd Barzanî 12 salî bû, û cara yekem bavê xwe, li wê derê û, di wê demê dît.

Dema ku vegeriyane gundên devera Barzan bi giştî hatibûn rûxandin, û piştî demeke kurt careke din rêjîma Iraqê dest bi sitemkariyê di derheqê gelê Kurdistanê de kir, û nemir Mela Mustefa Barzanî, û Partiya Dêmokrata Kurdistanê neçar bûn sala 1961ê, dest bi xebat, û tekoşîna şoreşgerî, û kar ji bo parastina mafê gelê Kurd bikin.

Tevlîbûn di nava refên Pêşmerge de:
Serok Mesûd Barzanî bi zimanê Erebî dest bi xwendina xwe kir, û piştî salekê ji biryara Partî û Barzanî ango di sala 1962an dest ji xwendinê berda, û temenê 17 salî de tevlî rêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bû, û gelek agahî, û zaniyarî ji pisporiya bavê xwe Barzaniyê nemir, derbarê azadî û rizgarîkirina Kurdistanê, û kar û xebata wî de, rakir.

Sala 1970î de, Serok Mesûd bi birayê xwe Nemir Idrîs re di şanda Kurdistanê ji bo danûstandinan bi hikûmeta Iraqê li Bexdayê de beşdar bû, ku di heman salê de rêkeftina otonomiyekê ji bo Kurdistanê hate îmzekirin.

Piştî nepabendbûna hikûmeta Iraqê di cîbicîkirina rêkeftinan de, dîsa xebata şoreşgerî dest pê kir û vê carê Serok Mesûd Barzanî bi bavê xwe re yekem car beşdarî di xebata çekdarî de kir û ta 1975an de ew xebat berdewam kir.

Û di sala 1975an de piştî rêkeftina Cezaêrê, berê xwe da Îranê, Û wek redekî ser rêkeftina Cezaêrê di 4ê meha Nîsanê de sala 1975an karê siyasî dest pê kir, damezrandina Serokatiyeke demkî ji aliyê Partî ve hate ragihandin, da ku berdewamiyê bi şoreşa Êlûnê bînin, û Pêşmerge derbasî Kurdistanê bû, û fermanên ku ji Nemir Mele Mustefa Barzanî derdiketin bi awayekî zindî ji Serok Mesûd ve dihat cîbicîkirin.

Çûna Emerîke û hewla terorkirinê:
Ji ber nexweşiya Nemir Barzanî, û bi mebesta çareseriya tendirustî bi bavê xwe re çû Emerîkayê, û li wê derê ma ta koçadawîkirina Nemir Barzanî di 1979 de.

18/1/1979 li bajarê Viyîna dema vedgerî Kurdistanê rastî hewleke terorkirinê ji aliyê rêjîma Sedam ve hat.

Karê siyasî û çalakiyên Serok:
Serok Mesûd Barzanî mil bi mil bi birayê xwe Nemir Idrîs re, karê rêvebirina Partiya Dêmokrata Kurdistanê kir, û di sala 1979an de wek Serokê Partiya Dêmokrata Kurdistanê hate destnîşankirin, û di 3ê kongirên giştî wek Serokê Partî hate destnîşankirin.

Serok Mesûd ji xwendin û nivîsandin û babetên siyasî û leşkerî hez dike, herwiha mereqa wî ser lîsteka topa pê jî heye. Zimanê Kurdî bi hemû zaravên wê diaxive serbarî zimanê Erebî û Farisî û Ingilîzî. Pirtûka wî li jêr navê Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaza Kurdistanê bi zimanê Erebî heye û di her çar parçeyên Kurdistanê de hatiye belavkirin.

Heşt zarokên Serok Barzanî hene, ji 20 salan ve yek ji kesayetiyên navdar di demê şer û aştiyê li Kurdistanê, û Iraqê de ye .

Di hemû şerên girîng yên li dijî rêjîmên Iraqî rabûne beşdar kiriye, û di her şerekî de di xêzên pêşîn de xwe didît, û bi xwe serokatiya şer dikir.

Û di 1987an de, dema Nemir Idrîs Barzanî cûye ber dilovaniya Xwedê, Serok Mesûd Barzanî li devera Badînan di şerekî de bû, û bi tenê nameyek sersaxiyê şand û şer berneda. Û ji ber rola wî ya giring di şerê Xiwakurk de 1988an de, rêjîma Diktatorî neçar kir paş ve biçe û vekişe.

Serok Mesûd Barzanî hizir û ramanên xwe ji rêbaza Barzaniyê Nemir û civaka Kurdî biriye, û bi zimanê serdemê agahdar e û dizane çawa hemahengiyê navbera sîstema cîhanî ya nû û daxwazên gelê Kurd bê ku ji mafê Kurdan were xwar bike. Û tevgera azadiyê ji gelê Kurd re bi rê ve dibe da ku Kurd nekevin tu têkçûnan de.

Serok Mesûd Barzanî di 12/6/2005an ji aliyê Encûmena Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê ve wek yekem Serok ji Herêma Kurdistanê re û yekem Serok di dîroka gelê Kurd de di rêya helbijartinan de hatin helbijartin. Ta roja weke rîro weke Pêşmergeyekî Kurdistanê dide nasîn, ji bo çar perçeyên Kurdistanê weke Lêvegerê Kurdan e.
Jêdera erebî: Malpera fermî ya H. Kurdistanê Wergirandin: Ş.E _ ARK