Sûriyê.. 6kes li devera rêjîmê bi Korona ketin

Sûriyê.. 6kes li devera rêjîmê bi Korona ketin

PDK-S: Li Sûriyê 6 kesên din li deverên jêr kontrola rêjîma Sûriyê bi vayrosa Koronayê ketin.

Tendirustiya rêjîma Sûriyê roja Yekşemê di daxuyaniyekê de pêketina 6 kesên din bi vayrosa Koronayê li bajarokê Cidîde Elfedil yê ser bi parêzgeha Elquneytira ve li deverên jêr kontrola xwe ragehand, û got ku 3 jiwan ji tîmên bizîşkî ne.

Li gor tendirustiya rêjîma Sûriyê heta niha hejmara giştî ya pêketiyên Koronayê gihişte 204 kesan jiwan 83 kes başbûne û 7 kesan jî jiyana xwe jidest daye .

Di 22 Adara bihûrî de tendirustiya rêjîma Sûriyê yekem rewşa pêketinê bi Koronayê ragihandibû.