27 sal bi ser şehîdbûna herdu xebatkarên Kurd Kemal Derwîş û Şêxmûs Yûsif derbas dibe

27 sal bi ser şehîdbûna herdu xebatkarên Kurd Kemal Derwîş û Şêxmûs Yûsif derbas dibe

PDK-S: Îro Înê 03.11.2023, 27 sal li ser şehîdbûna serkirdeyên Kurd, Emîndarê Giştî yê berê yê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê El Bertî Kemal Ehmed Derwîş û Endamê Desteya Siyasî yê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê,Şêxmûs Yûsif, ku di encama bûyereke trafîkê de li ser rêya Hesekê-Qamişlo, di 03.11.1996, şehîd bûn derbas dibe
.

Kurteyek li ser ji jiyana xebatkar Şehîd Kemal Ehmed Derwîş:


Şehîd Kemal Ehmed Derwîş di sala 1939an de li bajarê Serê Kaniyê yê girêdayî parêzgeha Hesekê ji dayîk bûye qonaxên xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadeyî li dibistanên parêzgehê bi dawî anî, paşê derbasî zanîngeha Helebê bû, û li wir bawernameya yasa wergirt.

Di sala 1958an de tevlî refên partiyê bû, û di sala 1970ê de wek endamê komîta herêmî ya partiyê hate hilbijartin, û di sala 1977an de wek endamê komîta navendî ya partiyê hate hilbijartin.

Di sala 1979an de wek sekreterê giştî yê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (ALPartî) hat hilbijartin.

Kemal Ehmed Derwîş yek ji wan kesan bû, ku yekemîn hevalbendiya kurdî li Sûriyê damezrand, di heman demê de yek ji wan kesan bû, ku hewla avakirina Hevbendiya Demokrata kurdî ya dawî li Sûriyê da, wek nûnerê partiyê û Tevgera Niştimanî ya Kurd li Sûriyê hat hilbijartin di Parlamentoya Sûriyê de.

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya Kemal Ehmed Derwîş û endamê mekteba siyasî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Şêxmûs Yûsif di bûyereke trafîkê de li ser rêya Hesekê-Qamişlo şehîd bûn, demjimêr 9ê şeva 11/3/1996.

Kurteyek li ser jiyana xebatkar Şêxmûs Yûsif:

Şehîd Şêxmûs Yûsif di sala 1948an de li gundê Qetraniya navçeya Çil Axa ya herêma Dêrikê ji dayîk bûye, ji malbateke ku bi welatparêziya xwe ya resen tê naskirin, di sala 1965an de tevlî refên Partiya Çep a Kurd bûye.


Di sala 1987an de wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd hat hilbijartin, û di sala 1993an de bû endamê Mekteba Siyasî û di sala 1992an de yek ji damezrênerên Hevbendiya Kurdî bû.

Herdu şehîd Kemal Ehmed Derwîş û Şêxmûs Yûsif di 3ê Mijdara 1996an de li ser rêya Hesekê-Qamişlo di encama bûyereke trafîkê de şehîd bûn, piştî, ku ji erkekî fermî ji Hesekê vegeriyan der barê serjimêriya sala 1961an de li dijî gelê Kurd, û bêparkirina beşekî mezin ji wan ji welatîbûnê.