Xwecihiya ENKSê li Tirbespiyê civîna xwe kir

Xwecihiya ENKSê li Tirbespiyê  civîna xwe kir

PDK-S: Li Rojavayê Kurdistanê encûmena xwecehî ya Encûmena Niştmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê , roja Înê 26. 06.2020 li ofîsa xwe ya li navçeya Tirbespiyê civîna xwe ya normal lidarxist.

Di civînê de rewşa rêxistinî hate gotubêjkirin û tekezî li ser encamdana civînên şax û encûmenên gundan û semînaran li hemî gundên ser bi xwecehiya Tirbespiyê ve hat kirin.

Ebdulhekîm Mihemed serokê xwecehiya Tirbespiyê di civînê de behsa rewşa siyasî li ser qada Kurdî û danûstandinên di navbera ENKSê û Partiyên Yekîtya Niştmanî de tên kirin derbarê yekrêziya kurdî kir , her weha bîranîna her du komkujiyên Kobanê û Amûdê beşekî din ji civînê bû, ku li ser hate rawestandin.