Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta cejna Qurbanê
Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta cejna Qurbanê
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina cejna Qurbana pîroz germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên xweşdiviyên Kurdistanê dikim.
Li vê helkefta pîroz da ji xwedayê mezin hêvîdarim xêr û bereket û selametiyê ji bo hemû xelkê Kurdistanê pêkbîne. Hêvîdarim birayetî û tebayî û pêkvejiyana li welatê me berfirehtir bibê û ev cejna pîroz bibê sedema berqerarbûna aştî û aramiyê li navçeya me û hemû cîhanê da.
Cejna we pîroz bê û bimînin bi xêr û xweşiyê da...
Mesûd Barzanî
08.07.2022