Nivîsgeha Raghandina Navendî ya PDK-Sê bi berpirsên ragihandinê yên rêxistinên partiyê re li bajarê Qamişlo civiya

Nivîsgeha Raghandina Navendî ya PDK-Sê bi berpirsên ragihandinê yên rêxistinên partiyê re li bajarê Qamişlo civiya

PDK-S: Îro Înê 15.12.2023, bi amadebûna Mihemed Ismaîl Sekreterê Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê û Beşar Emîn endamê mekteba Siyasî û Berpirsê Ragihandina Navendî,
Nivîsgeha Ragihandina Navendî ya PDK-Sê li bajarê Qamişlo bi berpirsên ragihandinê yên rêxistinên partiyê re civiya.


Di civînê de, hemû mijarên pêwendîdar bi medyaya partiyê, bingehên pêşxistina wê li gor siyaseta partiyê, hatin gotûbêjkirin.

Di vê derbarê de endamê mekteba siyasî ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya û berpirsê ragihandina navendî Beşar Emîn ji malpera PDK-Sê re got: “Em îro li gel berpirsên medyayî yên rêxistinên partiyê li Kurdistana Sûriyê civiyan.

Herweha endamê mekteba siyasî ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya û berpirsê ragihandina navendî Beşar Emîn got, Di hevdîtinê de me behsa rewşa medyaya partiyê, çi li Herêma Kurdistanê û çi li Kurdistana Sûriyê kir.