Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derveyê Fransa kir

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derveyê Fransa kir

PDK-S: Roja Înê 17.07.2020 Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Jean-Yves Le Drian Wezîrê Derveyê Fransa kir.

Li hevdîtineke dostane da behsa peywendiyên Fransa û Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhateyên dawî ya rewşa siyasî û aborî û tevgerên DAIŞê û ew qeyranên ji ber pejika Korona ve rû li Iraq û Herêma Kurdistanê pêkhatine kirin.

Her wiha piştevaniya herdemiya Fransa li mafên destûriyên Herêma Kurdistanê û rola girîngê Fransa li rûbirûbûna DAIŞê û peywendiya Herêmê bi Hikûmeta Federal mijareke dinê civînê bûn.

Birêz Wezîrê Derve yê Fransa xweşhaliya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê û bi dîtina Serok Barzanî derbirî.