Xwecehiya Til Temer ya ENKS civîna xwe ya normal lidar xist

Xwecehiya Til Temer ya ENKS civîna xwe ya normal lidar xist

PDK-S: Bi beşdariya piraniya endaman û endamê ofîsa encûmenên xwecehî yên ENKSê xwecehiya Til Temerê ya ENKSê roja Duşemê20. 07.2020 civîna xwe ya normal lidarxist.

Di civînê de piştî xwendina raporta, berisva xwecehiyê ji ofîsa encûmenên xwecehî ya ENKSê ve û agahdarkirina endaman bi biryarên nû yên emîndarya giştî ya ENKSê ,

Çawaniya ektîvkirin û pêşxistina xwecehya Til Temer di nav cemawer de, û dawîn pêşhateyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi giştî û pêşhateyên danûstandin û têgihiştina aliyên kurdî hatin gengeşekirin .

Herweha xwecehiya Til Temer ya ENKSê di civînê de spasya serok Mesûd Barzanî li ser rola ya her dem di piştevaniya doza kurdî û danûstandinên di navbera aliyên kurde de li Rojavayê Kurdistanê kir.