Korbenda Ekrem Mela li Qamişlo hate vekirin

PDK-S: Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê Korbenda Ekrem Mela ya rewşenbîrî bi amadebûna jimareyek berpirsiyarên Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya û rewşenbîran hate vekirin .

Rja Înê 24.07.2020, û bi amadebûna Siûd Mela Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya û serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê Korbendê Ekrem Mela ya rewşenbîrî li bajarê Qamişlo hate vekirin .

Mihemed Ismaîl endamê desteya serokatiya ENKSê gotina Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê pêşkêş kir û piştre gotinek ji aliyê nivîskarê kurd Konê Reş ve hate pêşkêşkirin , û di dawiyê de gotina malbata xudê jê razî Ekrem Mela ji aliyê Qedrî Can Mela ve hate pêşkêşkirin û têde spasiya tevaya aliyan kirin ji bo damezrandina Korbenda Ekrem Mela.