Peyama Serok Barzanî ya ji bo cejna pîroza Qurbanê

Peyama Serok Barzanî ya ji bo cejna pîroza Qurbanê

Peyama Serok Barzanî ya ji bo cejna pîroza Qurbanê
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta cejna pîroza Qurbanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî misilmanên Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên xweşdivî dikim û hêvîdarim ev cejin li Kurdistan û Iraq û li navçeya me, bibê cihê xweşî û bereket û aştiyê.

Di demek da pêşwaziyê li vê cejna pîroz dikîn ku gelê me li gel gefeke mezina siyasî û aborî û tendirustiyê rûbirû bûye. Ev gef çavkaniya xwe ji gelek wan kêşe û giriftan girtiye ku aramiya siyasî û debar û guzeraniya xelkê Kurdistanê dikine armanc.

Bi navê derbaskirina gefan û vê rewşa dijwar erkê me hemû aliyeke ku berev tebayî û birayetî û karê hevbeş û kûrkirina çanda pêkvejiyanê hengavan bavêjîn. Ji bilî wê yekê gelek spasî xweragiriya xelkê Kurdistan dikim ku li hemû qonaxan tehemula dijwarî û gefan kirine, cejna pîroza Qurbanê jî bi derfet dizanim ku daxwaz ji aliyên siyasiyên Kurdistanê bikim ku bi navê berjewendiyên bilindên welat û ji bo çareserkirina giriftan û derbaskirina kêşeyan li gel hevdû rûnin.

Eve jî her dem li bîra bê ku bi tebayî û yekrêziyê kêşe baştir çareser dibin û li sayeya pêkveyî û yekrêziyê da destkeftên mezin ji bo gelê me pêkhatiye. Bi piştrastiyê ve xelkê Kurdistanê jî her eve ji aliyên siyasî çaverê dikin. Ji bo wê yekê daxwaz dikim hemû aliyên siyasî li asta çavervaniyên xelkê Kurdistanê da bin û li heman demê de jî çanda bilind û dewlemendiya Kurdewarî li ber çav bigrin û xwe ji gotarên nexweş û aloz û nehêja yên li beranber hevdû biparêzin.

Li vê helkefta pîroz da cihê xwe ye spasî keda karmendên tendirustî û Pêşmerge û asayîş û polîs û ragihandinan bikim ku li vê dema pejika Korona rû li Herêma Kurdistanê kiriye ji bo yarmetîdana xelkê û bi cîhkirina rêkarên tendirustiyan û hişyariyên tendirustiyê de erk û kedeke zêde dan.

Cejna hemû aliyek pîroz bê û hêviya bextewerî û xweşiyê ji bo we dixwazim.

Mesûd Barzanî
30.07.2020