PDK-Sê 23emîn salvegera koçadawiya xebatkar Ekrem Melkanî vejand

PDK-Sê 23emîn salvegera koçadawiya xebatkar Ekrem Melkanî vejand

PDK-S: Îro roja Sêşemê 28ê Berçileya 2021ê, PDK-Sê salvegera koçadawiya xebatkar Ekrem Melkanî li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê vejand.

Bi amadebûna cemawerê kurd, endam û alîgiran, Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, 23mîn salvegera koçdawiya xebatkar û serkirdeyê kurd Ekrem Melkanî bavê Qehreman vejand.

Di merasîman de, gurzek gulan li ser gora wî hat dayîn, û gotar hatin pêşkêşkirin.

Di sala 1998an de rastî nexweşiya penceşêrê hat, û piştî sê mehan ji nexweşiyê ango di roja 28 Berçileya sala 1998an de koça dawî kir, û bi wê yekê tevgera siyasî ya Kurdî û Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya yek ji xebatkarên xwe ji dest da.