Fermandariya Pêşmergeyên Leşkerê Roj nameyek belav kir

Fermandariya Pêşmergeyên Leşkerê Roj nameyek belav kir

PDK-S: Fermandariye Giştî ya Hêzên Pêşmergeyên Leşkerê Roj nameyek pîrozbayiyê belav kir, tê de
Soz dan milet û cenabê Serok, xak û xelkê Kurdistan biparêzin bi çavên vekirî ta ku digehne armanca xwe li ser rêbaza Barzaniyê nemir. Naveroka nameyê ev e:

Bi boneya cejna qurbanê ya pîroz,
Pirozbahiyê arastey miletê kurd dikin :
Di serî da simbola destanên xebat û tekoşîna kurdî hêja serok Masud Barzanî.
Pirozbahî li pêşmergeyên qehreman.
Û li malbatê şehîdan.
Ji xwedan dixwazin kurdstana me bi serkeftiyane qunaxa sext derbas bike û bibe kela aştî, hejêkirin, serkeftin û pêkvejiyanê.
Meznahî û nemirî bo pakrewanan.
Saxbûn bo birîndarên qehreman.
Bi vê bonê:
Sozê didin milet û cenabê Serok xak û xelkê Kurdistan biparêzin bi çavên vekirî taku digehne armanca xwe li ser rêbaza Barzaniyê nemir.
Fermandeya giştî ya Leşkirê Roj
30/7/2020