PDK-Sê malbata şehîdê Pêşmerge Aldar Hewas xelat kir
PDK-S: Rêxistina Amûdê ya Partiya Demoqrata - Sûriya PDK-Sê roja 9ê Tebaxa 2020an malbata pakrewanê di hêzên Pêşmergeyên leşkerê Roj de, Aldar Hewas Nadir xelat kir.
Şandek ji rêxistina Amûdê seredana mala pakrewan Aldar Hewas Nadir kir, û wekû wefadarî û dilsoziya malbatê di xizmeta doza Kurdî de, PDK-Sê ew malbat xelat kir.
Ji aliyê xwe ve jî malbata pakrewan Aldar spasiya şanda PDK-Sê kir û wêneyek pakrewanên Pêşmergeyên Leşkerê Roj diyarî şandê kir.
Aldar Hewas Nadir, di 26ê meha dehan 2017an di şerê berevaniya xaka Kurdistanê de şehîd bû.