Serokê ENKS xalên nakokiyê yên danûstandinên KURDÎ-KURDÎ eşkere dike

Serokê ENKS xalên nakokiyê yên danûstandinên KURDÎ-KURDÎ eşkere dike

PDK-S: Siûd Elmela sekretêrê giştî yê Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya û serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê got, ku yekrêziya aliyên kurdî ji daxwazên herî sereke yên Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya ye , û jibo bicîkirina vê armancê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê hate damezrandin.

Di hevdîtnekê de li gel rojnameya Kurdistan jimare 639 beşê Erebî , Siûd Elmela sekretêrê giştî yê Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya û serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê got, ku Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ji bo drustibûna nêzîkbûna aliyên Kurdî - Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hate avakirin
.
Herweha serokê ENKSê got, ku dema Efrîn hate ji destdan , insyatîveke ji aliyê QSDve hate pêşkêşkirin daku tevgera kurdî bibe yek , û Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê pêşwazî li insyatîvê kir , û weke hate xuyakirin, ku PYDe li dijî wê insyatîva ji aliyê Mezlûm Ebdê ve hatî pêşkêşkirin rawestiya , û piştre insyatîva Ferensî hate pêşkêşkirin , û piştre insyatîva Emerîkî hate pêşkêşkirin û Ferensa piştevaniya xwe jêre daxuyakirin , û dubare Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê pêşwazî li insyatîvê kir û amadebûna xwe ji bo danûstandinan nîşan da.


Weke sekretêrê giştî yê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya dibêje , dest bi danûstandinan hate kirin , û di zûtrîn dem de destkeft hatine tomarkirin û lê ji ber hinek xalên nakokî astengî li pêşiya danûstandinan dirust bûn , ku ewjî evin doseya girtiyan , destêwerdana PKKê di çarenivîsa gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê , doseya xwendinê , leşkerkirina zarokan û eqd Elictma'î.


Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya gotjî, ku dema keysek tê gotûbêjkirin û herdu alî li ser yek nerînin , keysekî din tê gotûbêjkirin , û doseyên herî ku nakokî li ser hene berdewam têne gotûbêjkirin , û pêwîste çareseriyeke bineretî jêre were dîtin , û ew çareserî cihê baweriya û razîbûna tevaya aliyan be weke diyarkirina çarenvîsa girtiyan , û leşkeriya neçarî , û sîstemê xwendinê ku nabe îdiyolocî kirî be û pêwîste sîstemê xwendinê ji aliyê navdewletî danpêdankirî be û dibin serperştiya Yonisko de be
.
ekretêrê giştî yê Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya tekez kir, ku di roja îro de pêwîsta Rojavayê Kurdistanê bi xwendinê û bi yekbûna kurdî heye , û ewê di kar û xebatê de berdewam bin daku destkeftên giştî werne tomarkirin .