Dezgeha Rewşenbîriyê ya PDKê bo PKK: Hûn bi çi rûyî daxwaza bersivê ji PDKê dikin?
PDK-S: Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser daxuyanî û tohmetên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ragihand: “Hûn bi çi rûyî daxwaza bersivê ji PDKê dikin? Bêguman em bê bersiv namînin û emê rûyê rastiyan derxînin holê.”
Ev jî tekesta wê daxuyaniyê ye:
“Bû demek, hevserokên KCKê Murat Karayilan û Duran Kalkan dest bi tohmetbarkirina Partiya Demokrat a Kurdistanê kirine û dixwazin PDK bersiva wan bide. Em li vir dibêjin; bi wê siyaseta we ya çewt, hûn alîkariya zeq û diyar a wan aliyan dikin ku dixwazin destkeftan ji nav bibin. Koylayetî li hemû dunyayê modêla wê nemaye, tenê di nava PKKê de maye. Sîstema we ya perwerdekirinê kesên azad û xwedî dengê dilêr dernaxe, ji ber ku hûn nahêlin haya wan ji bûyer û guhertin û pêşketinên dunyayê hebe. Hûn kesên xwe tenê hînî serîdaxistin û cîbicîkirina fermanan dikin. Kî di nav we de dikare xwedî nerîn be û kî jî dikare ji nerîna PKKê derkeve? Kîja endamê we dikare dest ji refên PKKê berde? Ne tenê ev, lêbelê rêberên PKKê jî xwe kirine koyle ji bo hinek nerîn û pîrozî. Em dixwazin hûn serê xwe bilind bikin û mejiyê xwe vekin ji ber ku cîhan hatiye guhertin, ji wan çal û qul û bin erda tarî derkevin û nas bikin hûn çiqasî di nava jîngeha xelkê Kurdistanê de xerîbin.
Piraniya partiyên Kurd ji metirsiyan fêm dikin û hewl didin rêya çareserî û piştevaniyê pêk bînin û rêyekê bibînin, da ku zirarê nedin xwe û zirarê nedin netewe û nîştimanê jî, hegbeya rûbirûbûnê tijî be. Loma ligel rûdan û geşedanan bi rasteqînî temaşe dikin, ne weke PKKê ku ji ber siyaseta wê ya şaş û xelet, heta niha jî xelkê Kurdistanê nizane çi dixwaze û çima keç û xortên Kurdan dide kuştin û bi awayekî berdewam berevajî pêlê soberî dikin? Hûn wek nexweşên hizrî di medayayên xwe de diaxivin û hûn bi zimanekî tije nezanî êrîşên xwe dikin û hûn bi gotinên xwe yên dûr ji fêmkirina serdemê, tên naskirin.
Ne ji niha ve ye ku ragihadinên PKKê şer difroşin PDKê û hûn xwe bi belavkirina tohmetan mijûl dikin, lê eger kar gihişte bo destdirêjkirina ser dîrok û serweriyên partiya me û rûmet û destkeftên gelê Kurdistanê ji aliyê rêber û hevserokên PKKê, bêguman em bêbersiv namînin û emê rûyê rastiyan derxînin holê û ji we re dibêjin: we li xwe nihêriye ku hûn ji ku hatin û niha li ku ne û hûn ji bo çi çêbûn û niha bi çi ve mijûl in? We li xwe nihêriye ku hûn çawa bûne peyayên ber leşker û destê vî û wî radikişin ji bo têkbirin û astengkirina siberoj û destkeftên wan beşên Kurdistanê ku bi deryayeke xwîn û xebatê bi dest xistine? Çi wext xelkê Herêmê, di berê û niha de ji we daxwaz kiriye, an pêşbîniya wan li ser we hebûye ku hûn werin ji bo piştevaniya wan?. Ji wexta ku partiya we hatiye avakirin me hewl daye ku çavê xwe li ber karên we bigrin, lê we dest ji me bernedaye û we bi sedan gundên me vala kirine.
Duh û pêr bû li devera Sîdekan we ji Pêşmergeyê wêrek û çavnetirs ê Kurdistanê re digot nabe hûn werin vê derê, li cem we asayî ye ku sarbazên Tirk werin, lê nabe pêşmergeyên Kurdistanê werin wê axa ku ew bi xwe xwediyê wê ye, ev e welatparêziya PKKê!..
Hûn herdem gef û zextên xwe bi daxuyaniyan gelekî giring dibînin, çimkî we baweriyek ji bo xwe çêkiriye (baweriyek ji rastiyê dûr û bêyî ti bingeheke lojîkê) ku nasnameya kurdîtî û nîştimanperwerî di bêrîka we de ye!.
Niha baş guh bidin me, (tevî ku serkirdeyên PKKê tenê gutinan dişînin û ti gotinekê nagrin), Kurdên vê herêmê, di destpêka damezrandina dewleta Iraqê de, du salan li ber xwe dane û Silêmanî, Kerkûk, Hewlêr û Mûsil nebûn beşek ji wê dewletê û piştre bi darê zorê û bêyî îradeya xelkê Kurdistanê, ev beşa Kurdistanê bi Iraq ve hat girêdan, mercê parastina Kurdan têde hat neçarîkirin. Di sala 1930yî de ku biryar bû Iraq serxwebûnê werbigre, ew merc hat danîn ku mafên Kurdan parastî bin. Di sala 1958an de rejîma padîşahî hat guhertin û bû sîstema komarî, di destûra wê demê ya Iraqê de hat çespandin ku Ereb û Kurd di vî welatî de hevpar in. Herwiha di sala 1970yan de di rêkeftina 11ê Adarê de otonomiya Kurdistanê hat qebûlkirin. Di sala 1992an de Parlementoya Kurdistanê biryara federaliyê derxist û di sala 2003an de ku rejîma Be'sê hilweşiya, di destûra nû ya Iraqê de mafên Kurdan li Iraqê hat tomarkirin. Ev hemû berhema xwîn û qurbanî û berxwedan û şoreşan û canfîdabûna Şêx Ebduselamê Barzanî û Şêx Mehmûdê Qralê Kurdistanê û şoreşên Barzan û şoreşa mezin a Îlon û Gulanê bûn, di wê demê de bû ku wê çaxê PKK hê ji dayîk nebûbû an jî gelek biçûk bû, hûn li ser dîroka neteweya me çi dizanin?
Pênaseya nîştimanperweriyê ji me re nekin! Nîştimanperwer ew bûn ku bi xenceran êrîşî tank û dijminan dikirin. Ew bûn ku lingên xwe li eniyên berevaniyê girê didan û heta şehîd dibûn, şer dikirin. Ew qehreman bûn ku das û bêran û hin caran bi destêvala di rûyê dijmin de disekinîn. Niştimanperwer ew kurd bûn li başûrê Iraqê dest û lingê wan hatibûn zincîrkirin û qet serê xwe ji dijmin re danedixistin û daxwaza lêborînê ji dagîrker nedikirin. Ew kes bûn ku di zindanên rejîma Iraqê de liber xwe didan. Ew kes niştimanperwer bûn ku hatin enfalkirin û kîmyabarankirin û komkujî ew neditirsandin. Ew Kurd niştimanperwerbûn ku bi saxî dihatin binaxkirin.. Hûn wê demê li kûderê bûn? Hûn behsa dilsoziyê dikin? Dilsozên me ew kes bûn ku qut û nanê zarokên xwe didan pêşmergeyan, ew dilsoz bûn ku bo rojê karê giran dikirin û bi şev jî nedihiştin dijmin deqekê jî bêhna xwe veke. Ew Kurd dilsoz bûn ku top û tankên Hikûmeta Iraqê ew neditirsandin. Ew Kurd dilsoz û niştimanperwer bûn ku bi serbilindî digotin, em pêşmerge ne heya ku em di jiyanê de bin. Wê demê PKK li kûderêbû? Dema ku xweneçemandin û berxwedan û têkoşana xelkê me hebû? Destkeftên Herêma Kurdistanê yên netewe û niştiman bûne, bila destkeftên we jî ji we re bin.
Hûn daxwaza bersivê dikin! Em bersiva çi bidin we ku hûn bûne sedema serêşiyê ji bo hemû Kurdistanê, li her beşeke Kurdistanê asoyek peyda bibe, hûn xwe hildiqûrtînin û hewla têkbirina wê didin!. Siyaseta we ya çewt û nelojîk naçe serî û rêbertî û xelkê Herêma Kurdistanê ne ji we û ne ji ti aliyeke din qebûl nake ku hûn berê wan bidin pêşerojeke tarî. Ma hûn ji xapandina xelkê Kurdistanê têr nebûne?
Hûn dixwazin hincetan ji bo têkçûnên xwe yên siyasî, leşkerî û dîplomatîk bibînin. Wijdan ji aliyê serkirdetiya PKKê bar kiriye û hindik maye hûn xwe bikin wanebêjên exlaqê! Werin em ji we re bibêjin bêexlaqî çi ye: çêkirina kêşe û hewldana jinavbirina dehan salên têkoşîna Herêma Kurdistanê bêexlaqî ye. Bêexlaqî ew ku we mal û milkên xelkê dagir kirine û bi sedan gund wêran kirine. Bêexlaqî ew e ku bibêjin bila Tirk werin, lê nabe Pêşmerge werin vê deverê! Xapandina zarokên kur û keç ên vî welatî û kuştina wan ji bo parastina sînorê dewletan, bêexlaqî ye… Hûn dibêjin em çek danaynin, ma hûn ji me re nabêjin li herêmeke azadkirî çekên we ji bo çi ye û ligel kê şer dikin? Yan jî tenê ji bo kişandina destê artêşa Tirkiyê ye, bi hinceta ku hûn şervan in.. Ji me re bêjin ka Vêtnama we çi jê hat? Hûnê çekên xwe deynin yan na, ti peywendiya Herêma Kurdistanê bi vê pirsê re tune ye, tişta ku peywendiya wê bi me ve heye, ew ku em karin rêya rast bidin ber we, ku hûn çawa herin ser mal û milkên xwe û hûn biçin cihê ku hûn ji bo wê çêbûne û jê hatine.
Dema hûn dibêjin, Tirk hatine şer bikin ji bo qirkirina Kurdan, ji ber wê hûn li Heftenîn û Zab û Xwakurkê berxwedanê dikin! Baş e hûn ji xwe napirsin, yan jî xelkê Bakur û Başûr ji we napirsin baş e çima heya PKK nereviya û qada xwe vala nekir, artêşa Tirkiyê gavekê nehatibû nava axa Herêma Kurdistanê? Bi rastî hûn hatine Herêma Kurdistanê ji bo ku Tirk jî li pey we werin. Hûn dixwazin wan bînin vir. Dîrok ji kesî şerim nake û di nava refên we de gelek kes eşkere bûne ku kar bi Mîta Tirkiyê re dikirin, lewma ti carî tometa alîkariya Mîta Tirkiyê nexin histê xelkê de. Eşkere ye ku karkirin ligel Mîta Tirkiyê ji ber hebûna PKKê, bi destê kesî din nakeve. Ma gelo endamên PDK û YNKê di nava partiya we de hene, ku zanyariyan bidin balafirên Tirkiyê, yan jî her ji we ne yên ku wan zanyariyan didin Tirkiyê.. Her kesek behsa kurdayetiyê bike, hûn behsa wê nekin. Ji ber ku hîn li pîra me ye dema me behsa referandûm û serxwebûnê kir, çawa Doran Kalkanê we hêris bû û we çawa xwe kir zêrevan ji sînorên van welatan re û we bi eşkere got pirsgirêka me bi Barzanî re ew e ku Barzanî daxwaza serxwebûna Kurdistanê dike. We digot, nabe dewleta Kurdî were avakirin..
Cihê dilxweşiyê ye ku li Herêma Kurdistanê dilsozî û fêmkirineke baş ji rewşa parçeyên din ên Kurdistanê heye. We ji hemû aliyan ve sînorên xwe derbas kiriye û hûn nexwedî armanceke zelal in ji bo pirsa Kurdî û Kurdistanê. Lewma netenê derbaskirina we ji sînorên we re, lêbelê li hemberî Herêma Kurdistanê û destkeftên wê gelek tiştên din ji we tê, ji ber ku em xwedî pirseke rewa ne, her ji ber wê yekê jî hûn hatine.
Xanim Besê Hozat ku hevseroka we ye, ji aliyekî dibêje, destê PDK ligel Tirkiyê ye ji bo qirkirina Kurdan û PDK bêexlaq e û PDK bêwijdan e û ….! Piştre ew dibêje, pêwîst e PDK ji dewleta Tirkiyê re bêje: (Divê hûn bi riyên demokratîk pirsa Kurdan çareser bike û mafê Kurdan li Bakur bide wan).. Em dixwazin ji we re bêjin ev PDKeya ku hûn bi zimanekî pir nizim tometan davêjin ser, gelekî hewl da û dewleta Tirkiyê nerim bû û pêvajoya aştiyê hat holê û li nava Amedê Trikan gotin pirsa Kurdî heye û divê çareser bibe, û gihîştibû danûstandinên nerasterast û piştre danustandinên rasterast ligel birêz Ocalan li Îmraliyê, lê di wê demê de PKK ji ser xwe ve çû, ku ha jê tine bûn ku ew pêşveçûn ji berhema guvaş û zext û rêza hewlên cenabê Serok Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî û rehmetiyê Mam Celal bûn, û ne ji ber şaşîtiyên berdewam ên PKK bûne.. Hûn bi siyasetên xwe yên çewt û çalakiyên nemirovane û nedemokratîk û nebûna ti pilaneke baş, we hiştiye ku welatên cîhanê zêdetir guh bidin kesên wek Bexçelî, ku ev e berhema şaşîtiyên we..
Derbarê Şingalê jî, emê careke din tînin bîra we ku Şingal beleke neveqetiya ye ji axa Kurdistanê û di hemû wan danustandinên ligel hikûmetên li pey hev ên Iraqê de, me tekezî li ser Kurdistanîbûna Şingalê kiriye û emê berdewam bin jî, lê hûn nû hatine ûdixwazin Şingalê ji Kurdistanê veqetînin. Baş e ev çi lojîk e dema hûn dibêjin xelkê Şingalê rewatiya wan tune ye û kesên ku ji derên din reviyane Şingalê, xwedî rewatî ne li Şingalê!. Em Kurd ji van kesan re dibêjin, rû hişk.. Ew kesên ku we anîne Şingalê bêrewa û bêşeriî ne. Hebûna PKK li hemû Herêma Kurdistanê nerewa û neşeriî ye û hatiye destêwerdanê dikarê me de bike, lê em xwedî hikûmet û wezareta Pêşmerge ne.
Di dawiyê de em ji we re dibêjin, dema hûn tiştekî dibêjin, ewqasî dirêj nekin, ji bo ku em jî bersiveke dirêj nedin we û rûyê we eşkere nekin. PDK wek partiyeke xwedî xelk û alîgir, xwedî pirs e li navçeyê, nerîn û peyama xwe di çarçoveya siyseteke lojîk de li ser pirsa Kurdî û di nava xebateke rewa û yasayî de, pêş xistiye û pêş dixe. Hûn jî mijûlî xwe bin, û dest ji van çîrokên xwe yên vala berdin, ji ber ku ev şanoyên ku hûn pêş xelkê dikin, ji zû de modêla wan nemaye û nema kes kare lê binere, pêwîst e hûn xwe biguherin û hûn şiyar bibin.
Beşê Rojnamevaniyê yê Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê
6.9.2020”