Salek li ser koçbarkirina Kesayetiya niştîmanperwer Mustefa Semgemor derbas dibe

Salek li ser koçbarkirina  Kesayetiya niştîmanperwer Mustefa Semgemor derbas dibe

PDK-S: Îro 23 Eylûna 2020an salek li ser koçbarkirina kesayetiya niştîmanperwer naskirî bi Mustefa Semgemor derbas dibe .
Jiyana kesayetiya niştîmanperwer Mustefa Semgemor:

Mustefa Ismaîl Hacî, bi Mustefayê Semgemor tê naskirin, jidaykbûyê gundê Ên Dîwerê yê ser bi Dêrkê ve ye sala 1943an, xelkê gundê Mezrê yê ser bi Dêrkê ve ye, û yek ji kesayetiyên niştîmanperwerbû li ser asta Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê, bi helwest û xizmet û xebata xwe ji bo doza Kurdî tê naskirin.

Semgemor di destpêka damezrandinê de sala 1957an tevlî rêzên Partiya Dîmuqrata Kurdistan -Sûriya bû, û piştevan û palpiştê şoreşa Eylûn û Gulanê bû, û gelek caran seredana Herêma Kurdistanê kir, û bi nemir mela Mustefayê Barzanî re di civiya.

Semgemor piştevaniya şoreşa Gulanê dikir û spasî ji bo wî ji aliyê şehîdê herdem sax Idrîs Barzanî ve hat pêşkîşkirin, deriyê mala xwe ji bo pêşmergeyan li gundê Mezrê vekribû û piştevaniya wan jî dikir û mala wî bibû weke navendeke vehewandina pêşmerge ji bo çûn û hatina wan navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de.


Mustefa Semgemor herweha xwedî roleke giring bû di piştevanî û palpiştiya serhildana 1991ê û zaroyên xwe jî li ser hezkirina kurdayetî û rêbaza Barzaniyê nemir perwerdekirin, gelek carane jî hatiye girtin û zîndankirin, cara dawiyê jî sala 1985an li Helebê bi tometa piştevaniya pêşmerge û şoreşê.

Roja Duşembê 23 eylûna 2019an li nexweşxaneyeke Şama paytexta Sûriyê ji ber nexweşiyeke giran koça xwe ya dawiyê kir, û li gundê xwe Mezrê bi xakê hat spartin.