Endamê komîta navendî ya PDK-Sê Mihemed Emîn Ebas çû ber dilovaniya Xwedê

Endamê komîta navendî ya PDK-Sê Mihemed Emîn Ebas çû ber dilovaniya Xwedê

PDK-S: Îro roja Duşemê 28ê Îlûna 2020an, endamê komîta navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê Mihemed Emîn Ebas çû ber dilovaniya Xwedê.

Xebatkar Ebas, beriya çend rojan rastî nexweşiyekê hatibû, îşev jî ji nexweşxaneya Azadî ya Duhokê, ji bo nexweşxaneyên Hewlêrê dihat veguhestin, lê di rê de koça dawiyê kir.

Mihemed Emîn Ebas xebatkarekî kevin e, ji ciwaniya xwe ve tevlî Partî bûye. Li Domîza Duhokê karê xwe dikir.