Ebdulhekîm Beşar: Distûra nû wê beşekbe ji çareseriyê , nek çareseriyek bigiştî be

Ebdulhekîm Beşar: Distûra nû wê beşekbe ji çareseriyê , nek çareseriyek bigiştî be

PDK-S: Cîgirî serokê Hevpeymaniya Nşîmanî ya Opozisyona Sûriyê dibêje Distûra Sûriyê ya nû beşeke ji çareseriyê re ne çareseriya giştî ye ji kirîza Sûriyê re .

Diktor Ebdulhekîm Beşar cîgirê serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê, û endamê polîtbîroya Paritya Dîmuqrata Kurdistan - Sûriya ye ragehand Distûra Sûriyê ya nû wê beşek be ji çareserkirina kirîza Sûriyê re , ne çareseriyeke bigiştî ye , lê giringiya Distûra Sûriyê ya nû ewe bibe bingehek ji guhertinê re bi giştî li Sûriyê.

Û got Distûra nû ya ku pêwîste li ser bingeha hevparî û sîstemek dîmuqratî pir alî ji hemû Sûriyan re were nivsandin , têde Azadî , Wekhevî navbera Jin û Mêran , gerentiya Mafên Mirovan û Dadperwerî , Wekheviya Yasayî ji tevaya Sûriyan re peyda bibe , herweha di heman Distûrê de giringî bi rola jinê di civakê de û tevlîbûna wê di hemû waran ve were kirin , û mafê tevaya pêkehateyên Sûriyê jî di wê Distûrê de parastî be .