Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Derwêş Se'do

Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Derwêş Se'do

Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Derwêş Se'do
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya kesayetiyê diyar û siyasetmedarê Bakûrê Kurdistanê û yek ji damezrênerên Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye (Derwêş Se'do) gihîşt me. Xwedê jêrazî Derwêş Se'do kesêkî xebatgêr û niştimanperwer bû ku her li salên şêstî yên sedsala bîstem da xebata xwe ya siyasî destpêkiriye û rola wî li piştevanîkirina şoreşa Eylûlê de hebû û her wiha piştî şikesta şoreşa Eylûlê û li şoreşa Gulanê da gedeyeke bi wefa yê rêbaza Kurdayetiyê bû û berdewam bû li piştevanîkirina şoreşê heta wê radeyê amade bu qurbaniyê bi jiyana xwe bide bi navê yarmetîdana Pêşmerge û têkoşerên şoreşê Gulanê. Her ji ber wê rola bilind û dilsozaneya xwedê jêrazî Derwêş Se'do ya li şoreş û xebata gelê Kurdistanê da hebû, madalya Barzanî Nemir jî pê hatiye bexşîn.

Bi koça dawî ya Derwêş Se'do me dost û heval û têkoşereke Kurd ji dest daye. Sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukarên xwedê jêrazî Derwêş Se'do û Endamên Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye û hemû têkoşer û niştimanperwerên Bakûr dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
02.10.2020