Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya civîneke siyasî li IStenbolê lidar xist

Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya civîneke siyasî li IStenbolê lidar xist

PDK-S: Di çarçoveya çalakiyên rêxistinên Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê li Tirkiyê, îro Sêşemê 23ê Çileya 2024 , endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Muslim Mihemed, civîneke siyasî li IStenbolê lidar xist.

Di destpêkê de Şêrîn Mihemed bixêrhatina amadebûyan kir.

Muslim Mihemed li ser pêşhatên dawî û bûyerên siyasî yên li herêmê bi giştî axivî.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya Mislim Mihemed tekezî li ser wê yekê kir, ku pêwîste civaka Navdewletî bi taybet Encûmena Ewlekariyê bi erkên xwe rabe ji bo bilezkirina çareseriya siyasî li gor biryarên navdewletî yên pêwendîdar.

Di dawiyê de amadebûyan nêrînên xwe li ser rewşa niha anîn ziman û tekezî li ser pêwîstiya bihêzkirina rola Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya û Encûmena Niştîmanî ya kurdî kirin .