PDK-Sê Di salroja şehîdbûna Kemal Ehmed Derwîş û Şêxmûs Yûsif de daxuyaniyek belavkir

PDK-Sê Di salroja şehîdbûna Kemal Ehmed Derwîş û Şêxmûs Yûsif de daxuyaniyek belavkir

PDK-S: Partiya Dîmuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, di salroja şehîdbûna Kemal Ehmed Derwîş û Şêxmûs Yûsif daxuyaniyek belavkir û têde ronahî xiste ser çaweniya şehîdûna herdu xebatkaran.

Di daxuyaniya Partiya Dîmuqrata Kurdistan - Sûriya de hatiye, ku serkirdayetiya hevpeymaniya Dîmukrata Kurdî li Sûriyê ya wê serdemê şandek bi serokatiya şehîd Kemal Ehmed Derwîş emîndarê giştî yê Partiya Dîmukrata Kurd li Sûriyê "Elpartî" û endametiya jimareyek ji serkirde ku şehîd Şêxmûs Yûsif endamê polîtbîroya Partiya Çepa Kurd li Sûriyê yek ji endamên şandê bû pêkanî.
.
Weke di daxuyaniya PDK-Sê de hatiye, ku erkê şandê encamdana civînê bû, li gel Ebdulezîz Eln'îmî emîndarê leqê Hesekê yê Be'sa Sûriyê , ewjî bi navbênkariya Hisên Emro endamê polîtbîroya partiya Şiw'ya Sûrî ya hevgirtî
.
Hewreha di daxuyaniyê de hatiye , ku armanc ji civînê çareserkirina Serjimêriya Awarte bû li bajarê Hesekê, ku di sala 1962 an hate encamdan ku di encamê de gelek kes tûşî kêşeyan bûn , û herweha çaresekirina kêşeya zeviyên çandinyê bû, ku rêjîma Esed ji xelkê jimareyek gundên Dêrkê wergirtbû û dabû Erebên hawirdekirî.

Weke di daxuyaniya Partiya Dîmuqrata Kurdistan - Sûriya de hatiye, ku emîndarê leqê Hesekê yê Be'sa Sûriyê ne amadebû , û şanda kurdî neçarbû ku vegerê , û di rêya vegerê de li rêkefta 3 / 11/ 1996 , li çarêya Hesekê – Amûdê rastî bûyerekê hatinûçûnê hatin û di encamê de Kemal Ehmed Derwîş û Şêxmûs Yûsif ketin.

Komîteya navendî ya Partiya Dîmuqrata Kurdistan - Sûriya di daxuyaniya xwede got, ku şehîd Kemal Ehmed Derwîş berdewam rewş dixiste xizmeta doza kurdî û projeya neteweyî de , û bi tu awayekî ferq û cudahî navbera pêkhate û olan de nedkir ,û bi tenê te'amula mirovatiyê li gel tevaya aliyan dikir , û jiber vê çendê cihê rêzgirtinê bû li cem tevaya aliyan.

Herweha di daxuyaniya PDK-Sê de hatiye, ku şehîd Şêxmûs Yûsif di nava xelkê de cihê rêzgirtinê bû , û berdewam xizmeta karker û cotkaran dikir , û ji bo tevaya dozên miletê kurd xizmetkar bû , û bi tûndî berevanî diber projeya neteweya kurdî de dikir.
Di dawiya daxuyaniya xwede Partiya Dîmuqrata Kurdistan - Sûriya got, ku hevpeymaniya Dîmukrata kurdî li Sûriyê, ku herdu şehîdan kar û xebat jêre dikir, niha Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê şûna wê girtiye , û li ser tevaya astan çi navxoyî û çi li ser astê herêmî û yan jî li ser astê navdewletî Encûmena Niştîmaniya Kurdî kar û xebatê ji bo xizmeta doz û Netewa Kurdî dikin daku bibe xwedan pêşerojeke geş di Sûriya nû dide .