Barzanî xweşhaliya xwe ji bo sardana Papa Fransîs nîşan da

Barzanî xweşhaliya xwe ji bo sardana Papa Fransîs nîşan da

PDK-S: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di twîteke xwe de xweşhaliya xwe li hember serdana Papa Francis nîşan da.

Serokwezîr ragihand, ew bi dilxweşî li benda serdana Papa Francîs e ku di meha Adarê de Herêma Kurdistanê bike.

Diyar kir jî: "Min di meha Sibatê de di serdana xwe ya bo Vatîkanê de derbarê Kurdistan û nirxên me yên ji bo aştî û lêborînê pê re axivîm. Hêvîdar im ew ê van nirxan ji nêz ve bibîne."

Mesrûr Barzanî di Sibata îsal de li Vatîkanê ligel Papa Francis civiya. Wê demê Papa Fransîs ragihand, pêzanîna xwe ji bo gavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên bicîhkirina aştî û pêkvejiyanê nîşan da.
K24