Serokatiya Kurdistanê bi tundî êrişa PKKê şermezar dike: Ev êrîş pêşhateyeke metirsîdar e

Serokatiya Kurdistanê bi tundî êrişa PKKê şermezar dike: Ev êrîş pêşhateyeke metirsîdar e

PDK-S: Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrîşa îro ya çekdarên PKKê bo ser hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya Serokatiya Kurdistanê wiha ye:

“Êrişa îro ya PKKê ya li kûrahiya axa Herêma Kurdistanê û li nahiya Çemankê ya li sînorê parêzgeha Duhokê ku di encamê de pêşmergeyek şehîd bû û hejmareke din jî birîndar bûn, pêşhateyeke metirsîdar e û em bi tundî şermezar dikin. Ev êrîş ti hincetek hilnagire û ev êrîşa ser jiyan û aramiya xelk û axa Kurdistanê ye.

Tevî ku gelê Kurdistanê di nav çendîn qeyran û kêşeyan de ye, ev şerfiroşî û aloziya ji aliyê PKKê ve, rewşa Herêma Kurdistanê û gelê me duçarî êşên zêdetir dike û kes tê de serkeftî nîne.

Em weke her dem, tekez dikin ku pêwîst e PKK rêz li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û hikûmet û saziyên wê yên rewa bigre û şer û pevçûnê ji Kurdistanê dûr bixe.

Em sersaxî li malbat û xizmên pêşmergeyê şehîd Hêriş Cewher Mihemed dikin û hevxemên wan in. Em hêviya şîfayê ji bo pêşmergeyên birîndar dixwazin. Em daxwaz dikin ku hemû kêşe bi zanayî werin çareserkirin û rewş ji vê zêdetir pêş neçe.



Serokatiya Herêma Kurdistanê

4/11/2020”