Welatiyekî kurd ji ber teqînê şehîd bû
PDK-S: Di teqîna Efrînê de welatiyekî Kurd ji ber birînên xwe şehîd bû.
Jêderên xwecehî dane zanîn, ku welatiyê bi temen bi navê Mihemed Mustefa bavê Mustefa ji ber birînên xwe roja Çarşemê 25. 11. 2020, jiyana xwe ji dest da û şehîd bû.
Welatiyê bi temen Mihemed Mustefa, ji gundê Qîbarê ye, û di teqîna çarrêya Kawa li taxa pêşesaziyê birîndar bibû.