Malbatên şehîdên Pêşmergeyê Roj û şandên siyasî û niştimanî pîrozbahî li berpirsê nû yê Rêxistina Domîz ya PDK-S kir

Malbatên şehîdên Pêşmergeyê Roj û şandên siyasî û niştimanî pîrozbahî li berpirsê nû yê Rêxistina Domîz ya PDK-S kir

PDK-S: Malbatên şehîdên pêşmergeyên Leşkerê Roj û şandên siyasî û niştmanî pîrozbahiya berpirsî nû yê rêxistina Domîz ya PDK-Sê kir.

Roja Çarşemê Mihmed Elî endamê polîtbîroya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya berpirsê nû yê rêxistina Domîz ya PDK-Sê pêşwazî li malbatên şehîdên pêşmergeyên Leşkerê Roj û şandên siyasî û niştmanî li ofîsa Domîz ya PDK-Sê kir .

Şandinên ku seredana serkirdeyê PDK-Sê kirin hêviya serkeftinê jêre di karê wî yê nû de xwest.

Ji aliyê xwe ve Mihmed Elî Ibrahîm spasya hemî kesayet û şandên seredana wî kirin û pîrozbahî xwe pêşkêşî wî kirin kir, û got ku her kes rolek di xizmet û pêşketina partî de jê tê xwestin û bi alîkariya hemî kadir û endaman emê bikarbin destkeftinan ji partî û rêbaza xwe ya pîroz re bidest bixin û bi wê yekê emê xizmeta gel û doza kurdî bikin.