PDK-Sê pêşwazî li mêvanên pîrozbahiyê li serbestberdana Hisên Silêman End. Komîta Navendî ya PDK-Sê dike

PDK-S: Bi bûneya serbest berdana Hisên Silêman endamê komîta navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê ji zîndanên PYDê, Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê li bajarê Dêrikê pêşwaziya mihvanan kir.

Li bajarê Dêrikê li ofîsa partî, roja yekem ji pêşwazîkirina mêvanên pîrozbahiyê li serbest berdana Hisên Silêman endamê komîta navendî ya partî ji zîndanên PYDê birêve çû.

Hejmarek ji serkirdeyên PDK-Sê, ku her yek ji Mihemed Isma'îl berpirsê birêvebir yê polîtbîroya PDK-Sê , Mihemed Se'îd Wadî , Nafh Ebdule û Hesen Remzî endamên komîta navendî ya Partî pêk dihat di pêşwazîkrinê de bûn.

Herweha hejmarek ji encûmenên xwechî yên ENKSê beşdarbûn û gotin pêşkêşkirin.

Di dawiyê de jî Hisên Silêman spasiya amadebûyan li ser beşdarbûna wan kir.