Encûmena xwecihî ya ENKS li Girkê Legê civîna xwe ya normal lidarxist

Encûmena xwecihî ya ENKS li Girkê Legê civîna xwe ya normal lidarxist

PDK-S: Encûmena xwechî ya Girkê Legê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê roja Înê 10. 07.2020, civîna xwe ya normal li ofîsa xwe li bajarê Girkê Legê lidarxist .

Di civînê de serokê encûmenê Mihemed Xelîl Osman ronahî xiste ser dawîn pêşhateyên danûstandinan navbera Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê û Partiyên Yekîtiya Niştîmanî Kurdî , û tekezî li ser karê rêxistinî yê encûmena xwecehî kir .

Herweha amaje bi pêwîstiya yekrêziya gotara encûmenê xwechî kir, daku bibe piştevaniyek ji bo nêzîkbûna kurdî kurdî .