Kampa Fayidê: Komîteya Karûbarê Penaberan civiya

Kampa Fayidê: Komîteya Karûbarê Penaberan civiya

PDK-S: Komîteya birêvebirina Karûbarê penaber û mixtaran li kampa Faydê bi amadebûna endamê komîteya navendî ya Partiya Dîmuqrata Kurdistan - Sûriya civiyan .

Roja Sêşemê 08.12.2020, li kampa Fayidê bi mebesta bihtir xizmetkirina penaberên Rojavayê Kurdistanê li kampa Faydê ango Domîz du Hoşeng Simgemor endamê komîteya navendî ya Partiya Dîmuqrata Kurdistan - Sûriya li gel komîteya bi rêvebirina Karûbarê penaberan û mixtaran civiya.

Di civînê de tekezî li ser xizmetkirina penaberan bi bê ferq û cudahî , û berçavgirtina berjewendiya giştî hate kirin, û berdwam kar were kirin daku tevaya daxwaz û pêwîstiyên penaberan werne bicîkirin.