Waşinton sizayan li ser kes û kiyanên ser bi rêjîmê ve disepîne

Waşinton sizayan li ser kes û kiyanên ser bi rêjîmê ve disepîne

PDK-S: Waşinton sizane nû li ser hejmark kesayet û kiyanên ser bi rêjîma Sûriyê ve sepand.

Roja Sêşemê 22. 12. 2020, wezareta gencîneya Emerîkî di daxuyanyekê de ragehand Emerîka sizane nû girêdayê Sûriyê sepandin, û sizayan 7 kesayet 10 keyanên ser bi rêjîma Sûriyê ve di nav de benka Sûriyê ya navendî armanc kir.

Herweha daxuyaniya gencîneya Emerîkî amaje kir, ku berpirseke pile bilind di rêjîma Sûriyê de û hevjînê wê yê endam di parlementoya rêjîmê de û keyanên bi ser wan ve jî ketine di lîsteya sizayan de û got jî ku ew yek ji bo piştevaniya hikûmeta Emerîkî bi armanca bihêzkirina lêpirsînê û gihiştina bi çareseriya siyasî ji kirîza Sûriyê re hatiye.