Şaxê Çil Axa yê xwecehiya Nesredîn Birhik li Çil Axa û Aliyan civiya

Şaxê Çil Axa yê xwecehiya Nesredîn Birhik li Çil Axa û Aliyan civiya

PDK-S: Şaxê Çil Axa yê encûmena xwecehî ya şehîd Nesredîn Birhik li Çil Axa û Aliyan civîna xwe ya mehane li ofîsa encûmenê li bajarokê Çil Axa lidarxist.

Bi amadebûna serokên encûmenên gundan û nûnerên partiyan roja Çarşemê 24.12.2020, şaxê Çil Axa yê encûmena xwecehî ya şehîd Nesredîn Birhik li Çil Axa û Aliyan civîna xwe ya mehane li ofîsa encûmenê li bajarokê Çil Axa yê ser bi gundewarê Dêrikê ve lidarxist.

Di civînê de serokê encûmena xwecehî li ser rewşa siyasî bi giştî û danûstandinên kurdî bi taybet û rewşa civakî û zehmetiyên, ku dever tê re derbas dibe axfî .

Herweha tekezî li ser civînên encûmenên gundan li deverê kir û hejmarek dose hatin gengeşekirin.