Peyama sersaxiya Baregeha Barzanî ya ji bo birêz Mistefa Bekir Cuma
Peyama sersaxiya Baregeha Barzanî ya ji bo birêz Mistefa Bekir Cuma
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêz kak Mistefa Bekir Cuma Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye
Bi mixabiniyeke mezin me nûçeya koça dawî ya birêz (Nîsan Bekir Cuma) kesayetiyê diyarê Rojavayê Kurdistanê û birayê we yê birêz bihîst.
Pirse û sersaxiyê pêşkêşî we yên birêz û malbata we ya birêz û Kurdperwer û kesukar û welatiyên bajarê Kobanê ya serbilind dikîn, xwe bi hevbeşê xema we hemû aliyek dizanîn.
Ji xwedayê mezin hêvîdarîn giyanê xwedê jêrazî Kek Nîsan Bekir Cuma bixe ber dilovaniya xwe û bi behişta fireh şad bike, hedar û aramiyê bi we yên birêz û malbata we û kesukarên we bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Baregeha Barzanî
26.12.2020