ENKSê seredana Dêra Meyrem li Qamişlo kir

ENKSê seredana Dêra Meyrem li Qamişlo kir


PDK-S: Piştî teqîna terorî ya ku bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê rûdabû ku têde ziyanên canî û madî hatin tomarkirin, şandek ji Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê seredana Dêra Meryem el ezra ya Siryanî Arsazoksî li bajarê Qamişlo kir .

Şanda ENKSê ji her ji Dr Lezgîn Fexrî Endamê Polîtbîriya PDK-Sê û herdu Endamên Desteya Serokatiya encûmenê Fêsal Yûsiv û Silêman Oso û herdu endamên emîndariya giştî ya ENKSê Celal Rîfaî û Endulbarî Xelef pêk dihat .Şanda ENKSê ji aliyê Mutranê suryanên ersezoks ya Cizîr û Firatê Mûrîs û şemûn ji Encûmena Millî pêşwazî lê hate kirin.

Di seredanê de şanda ENKSê tekezî li ser peywendiyên malbatî û dîrokî navbera pêkhateyên herêma Cizîra Rojavayê kirin herweha piştgirî û hevgirtin û rawestandina xwe di rûbirûbûna terorê di her demekê de danye diyarkirin.

Di roja pênşema bûrî 11 Tîrmehê teqînek li bajarê Qamişlo taxa navebdî çêbû têde hijmarek welatî birîndar bûn û ziyanek mezin hate tomarkirin di heman rojê de jî teqînek bihêz bajarê Efrînê li ser rêya Turindê çêbû û bi dehan ji ereb û kurdan bûne qurbaî herwiha li bajarê Hesekê jî tê teqînên cuda rûdan û hin welatî birîndar bûn û ziyanek madî gihişt sivîlan her sê teqîn bi tundî hatin şermezar kriin û bi Pênşema bi xwîn hate binavkirin