Serokê ENKSê: Daxwaza vegera Pêşmergeyên Roj daxwaza hemû Kurdan e

Serokê ENKSê: Daxwaza vegera Pêşmergeyên Roj daxwaza hemû Kurdan e

PDK-S: Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, di lêdwanekê, duh 26ê Çileya 2021ê de tekez kir ku vegera hêzên Pêşmergeyên Leşkerê Roj, ne tenê daxwaza wan e, lê belê her Kurdek daxwaz dike ku hêzên Pêşmergeyên Leşkerê Roj vegerin welêt, û berevaniya xaka xwe bikin.

Siûd Elmela, serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, herwiha sekreterê Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriya, PDK-Sê di lêdwaneke taybet ji Rêbaz News re ku ARKê şopand ragihand: Ji roja danûstandin dest pê kirine, ta niha ew tekez dikin ku divê mijar bi giştî bi hev re werine çareserkirin, di nav wan mijaran de, mijara leşkerî jî heye.

Elmela da zanîn: Daxwaza vegera hêzên Pêşmergeyên Leşkerê Roj, bo xaka Rojavayê Kurdistanê, ne bi tenê daxwaza ENKSê ye, lê belê daxwaza hemû Kurdan e.

Derbarê destpêkirina danûstandinên Kurdî Kurdî navbera ENKSê û PYNKê de, Siûd Mela anî ziman ku li benda serpirştiyarê Emerîkî ne.